Hedîl Salim
Wek ku bi demê re pev diçe; ji serê sibehê ve Xezale dest tavêje firax û cilên malê da bişo û di ber re jî li ber xwe dide ku hindek bîdonên ava vexwarinê hilîne.
“Behsa avê histirên min tîne xwarê!” Bi vê hevokê dest bi axaftina xwe kir! Halê ku xelkê kampê jî ji ber kêmpeydabûna avê gihayê, Xezalê neda veşar-tin.
Xezalê lê zêde dike û dibêje: “Heke me nekarîba bi xwe, em û cîranên xwe yên ku şûna bidesxistina ava me yek e, her gav di qirika hev de bûna!” Ji ber ku heke ava ku berî 9ê sibehî xilas dibe, malbatekê ji yekê zêdetir serf kir, ev yek derî li ber gengeşeyê vedike, ji ber ku her alîyek -heta ku jê tê- ji xwe re avê di firax û bîdonên xwe de hiltîne da ku dûre bi kar bîne.
Xezala 38salî ya ku dêya du kur û pênc keçan e, anku Xezale Mihemed El-Zayid, dema ku artêşa Tirkîyeyê di gel Çekdarên bi ser ve di Cotmeha 2019an de Serê Kanîyê dagîr dikin, koçî Kampa Serê Kanîyê dike. Ev kamp nêzîkî Hesekê ye û bi navê “El-Teali’ (الطلائع)” jî tê naskirin.

Wek tevahîya jinên kampê, Xezale jî serê sibehî dest bi karûbarên paqijkirinê dike û li bayê bezê jî berê xwe dide tanka sor a ku li ser banê serşoyeke he-vpar hatiye danîn, da avê berî her kesî ji xwe re hilîne. Ev tank 1000 lîtrî ye û pênc borîyên kesk jî jê digihin pênc konên derdorê.
Bakur-rojhilatê Sûrîyeyê -a ku Birêvebirîya Xweser lê hikum dike-, herêma herî germ û ziwa ye li Sûrîyeyê. Du kamp li Hesekê, dudu jî li Reqayê û yên mayî li Minbicê, UNHCR rasterast destekê nade wan. Li alîyê dî jî, ICRC ji esilê 51 navendan, li 21 navendên koçberên Hesekê tenê xwedî derdikeve.
Danpênedana UNHCR bi Kampa Waşokanî û Serênakîyê û nebûna beşdarîyeke jidil ji bo pêşkêşkirina piştevanîyê bo penaberên wan, dike ku her du kamp li perawêz û kinarên alîkarîyên mirovî bimînin. Wekî dî jî, rewşa wan a li beramberî qeyrana avê xirabtir dike û ev yek berangerîyeke rasteqîne ye ku rêkxirawên xwecihî tûşî dibin.
Ji alîyekî dî ve, şûna ku ev her du kamp lê dimînin, di krîza avê de gelekî bandorê li wan dike û zîyanê digihîne wan.
Hejarî û Bêkarîya Rêkxirawên Navdewletî Azara Koçberan Dijwartir Dike
“Di keleqiçêna havînê de, ji ber ku av têra me nake, em berê xwe didin kirîna wê, bayê her tankeke 1000 litrî jî 20 hezar lîreyên sûrî ye (nêzîkî dolar û nîvekê). Carinan ji me nayê, em neçar dibin û barê me pê giran dibe!” Mihemed Salihê çilsalî, ku karmendekî sazîyeke Rêvebirîya Xweser e, wisa dibêje.
Piranîya koçberan karekî wan ê domdar nîne; kesê ku rojane dixebite, des-theqê wî tiştek nake, û yê ku xwedî karek be jî, bi kotekî karûbarên xwe bi rê dixe.
Mûçeyê herî kêm ê karmendên Birêvebirîyê dora yek milyonên sûrî ye, li gor bazara dolarî ya nuha, nêzîka heştê dolarî dike, ev yekî dike ku qeyrana avê li wan bibe belayeke bêbinî û barekî ji wan mezintir.
Salih, bavê heşt zarokan, li gundê El-Soda yê bajarê Serê Kanîyê mezin bûye, ew jî wek dehhezarên xelkê bajarê xwe tevî jina xwe bi kotekî koçberî yek ji kamp an sazîyên koçberan ên bajarê Hesekê bûye.

Kampa Serê Kanîyê, di Tebaxa 2020î de ji alîyê Birêvebirîya Xweser ve hatiye avakirin. Halê hazir, dora 15695 koçberî li xwe digire, tev jî gazinda wan ji kêmbûna avê heye.
Li gor Xelîl Kotîye (berpirsê têkilîyên giştî yê kampê): NRC (Encumena Koçberên Nerwîcî) , tankkerên ava bîrên El-Hemme û Til Berakê kirê dike û pê tankên hevpar ên di navbera kertên kampê de hatine danîn, dadigire. Ev av serê her çendekê ji alîyê çavdêran ve tê taqîbkirin da dilnîya bibin ka gucaw e yan na û kilorê jî lê zêde dikin da bidin pakkirin”.
Li alîyê dî jî dibêje: Rêkxirawên Navdewletî mesela pêşnîyazkirina projeyên îstgehên pakkirin û şêrînkirina avê wek çareserîyekê li şûna ava tankkeran, di ser guhê xwe re tavêjin.
Berî 2011an, herêma Bakur-rojhilatê Sûrîyayê, ji her alîyî ve paşguhkirî bû û deverên wê jî wek deverên “geşepêdayî” dihatin hesabkirin.
Piştî cengê, dema ku herêm ket nav milmilaneyeke serbazî ku qeyrana heyî xirabtir kir, hindek nexweşîyên wek kolera û nexweşîyên çermî yên wek gurîbûn û leşmanyayê dîsa derketin. Vê yeka han penaber tûşî berengarîyeke dijwar kirin li hemberî rûbirûbûna metirsîyên tenduristîyên heyî piştî belavbûna epîdemî (peta) û kêmavîyê.
Hisênê 42salî, bavê pênc zarokan, ajokarê bargilgirekê ye, mehane dora mi-lyon û nîvekê werdigire, nêzîkî sed û heştê dolarî dike, dibêje: “Destpêka ku wan ji taxa Zeredeştê ya Serê Kanîyê bar kir, wan xanîyek li Hesekê kirê kir, lê ji ber giranîya karûbarên jîyanê û kirêya xanîyan ku xwe li pêncî dolarî dix-ist her heyv, ji bilî xirecira avê, ew jî wek tevahîya koçberan neçar bûn ku berê xwe bidin Kampa Serê Kanîyê, ji boyî ku hinekî barê mesrefa xwe, a ku piştî krîza avê zêdetir bûbû, sivik bikin.
Li seranserî Sûrîyeyê, nêzîka 15.5 milyon kesî pêdivîya wan bi ava pak heye, û zîyana herî bêhtir jî li xelkên herêma Bakur-rojhilatê Sûrîyeyê bûye, %27ê malbatan pêncyekê (1/5) dahatûya xwe li ava tankkeran xerc dikin, ev yek jî li gor raporteke UNê ye.
Aveke Neewle û Seqetîya Beşê Tenduristîyê
Ji boyî ku xwe têrav bikin û pê li kula kêmpeydabûna avê bikin, hinek kes aveke neewle ji hindek kanîyên nêzîk bîdon û tankên xwe yên piçûk dadigi-rin û li tirimbêlên xwe didin barkirin. Ji bo vê yekê, birêvebirîya kampê rê li ber vê yekê da girtin û qedexekirin, ji ber ku ev yek dilhêle ku nexweşîyên jêkvegir gurtir bibin, ji ber ku di dema bê de heye ku mirov nikaribe dest dane ser.
Der barê vê yekê de, birêvebirê ofîsa tenduristîyê yê Birêvebirîya Xweser li Kampa Serê Kanîyê, Dilawer Mihemed Elî, behsa seqetîya beşê pizîşkîyê yê li kampê ki ku “xirab e”, ew jî ji ber ku Heyva Sor a Kurdî tenê 24 saetan tevî kil û kêmasîyên xwe tev digere. Di gel wê jî, du rêkxirawên dî nîv dewamî dixebitin; yek ji wan di warê pisporîya jinên ducanî de ye, yan na, kêm rêkxiraw di warê tenduristîyê de dixebitin.
Ji alîyekî dî ve, birêz Dilawer bal kişand ser xaleke dî ku hindek rêkxirawên kampê datayên nexweşan di gel wan nadin parvekirin, vê yekê kiriye ku amara têkûz a nexweşên ji ber qirêjîya avê neyê zanîn. Wekî dî, da teqezkirin ku: “Di nav zarokan de, hindek rewşên wek zikçûna domdar, mêkutok û gurîbûnê derketibûn, lê hatin kontrolkirin, ji ber ku hinek yekser hatin dermankirin, vê yekê kir ku zû sax bibin”.

Ajokar Hisên jî ji alîyê xwe ve dibêje: “Derdê me yê bi ava lewitî re li me xuya dike; ji alîyekî ve kebanîya min êşa kuçên di kurçika xwe de dikişîne, û ji alîyê dî ve zikêşîya zarokên min a berdewam!”
Wekî dî jî, dibêje: “Binê tankên me tijî xwelî dibe, em serê her pazdeh rojekê paqij dikin!”
HRW jî dibêje: Di 22ê Tebaxa 2023an, bi dehhezarên koçberên kamp û penagehên tijî xelk ên Bakur-rojhilatê Sûrîyayê, destek û alîkarîyn berdewam wernagirin, ev yek jî bandoreke neyînî li mafên wan ên serekî dike. Pêwîstîyeke bilez bi peydakirina penageheke guncawî keşûhewayê, cok û av-eroyên têkûz, xwarin û ava paqij a vexwarinê û çavdêrîya tenduristî û per-werdehîyê, heye.
Kampa Waşokanî, a ku di talîya heyva Cotmeha 2019an de ji alîyê Birêve-birîya Xweser ve hatiye avakirin, li gor birêvebirîya kampê, bêhtirî 16800 kesî li xwe digire, kula wan hemîyan yek e; krîza kêmpeydabûna avê û alavên paqijîyê, ya ku av li serê wan tê. Li gor Heyva Sor a Kurdî, di Îlona vê salê de, 236 kesên tûşbûên lêreyê (pirzikên sor û fireh ên bel ên ku li çermî tên; طفح جلدي) hatine tomarkirin.
Çekkirina Avê, Hesekê Kavil Kiriye
Destpêka Tîrmeha çûyî, birêvebirîya avê ya Birêvebirîya Xweser ragihand ku Heseke “Bajarekî Wêran e”. Ji bilî birîna Tirkîyeyê para Sûrîyeyê ya ava Çemê Feratê, hê jî ji alîyê sîyasî û leşkerî ve kontrolkirina çekdarên bi ser ve ya ava îstgeha Elokê, vedişêre. Ev îstegh jî, çavkanîya sereke û tekane ye ya ava vexwarinê bo bajarê Heseke, Til Temer û gundewarên wê.
Ji dema ku Serê Kanîyê hatiye dagîrkirin û heta vê gavê, zêdetirî 40 carî av bi temamî hatiye birîn, vê yekê birîna penaberî û koçberîyê kûrtir kiriye.
Têhna wê bi wê yekê tenê neşikest, lê belê di 5-10 Cotmeha 2023an de, destdirêjî li ser binesazî û îsteghên kehrebe û avê jî kir.

Adem Koogle, cîgirê birêvebirîya beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, di daxuyanîyekê de ji rêkxirawa HRWê re anî ziman: “Di van çar salên çûyî de, xelkên bajarê Heseke û deverên derdorê, berê krîzeke wan a giran di mesela avê de hebûye, tew bi ser de vêga derdê bombebarankirinê vêca! Ev yek barê wan ê bidestxistina avê girantir dike”.
Azara niştecîyên Hesekê û dewrûberê wê -çi xelkên deverê bi xwe, çi jî yên koçber-, hê jî berdewam e. Kampanyayên piştigirî û çalakîyên ku ragihandina xwecihî jî pê radibû, tu fêde nekir ku fişarekê li Tirkîyeyê bikin da ku mesela avê ji nakokîyên sîyasî û eskerî bide cudakirin.
Kul û keser û halê ku gihanê, te di rûyê ajokar Hisên derdixist, digot: “Kanîyên welatê min ev dever hemî têr ava paqij dikirin, lê vêga, em bi pereyên xwe jî nikarin avê peyda bikin û ji me re bûye xewn!”
Edîtekirin û serperiștyarî: Kovara Șarê
Raport ji bo Rêkxirawa Așnayê ya Geşepêdanê hatiye amadekirin
Wergêr: Hoșeng Nûh
[1] UNHCR: Komîsyarîya Bala ya Neteweyên Yekgirtî bo Karûbarên Penaberan.
[2] ICRC: Komîta Navdewletî ya Xaça Sor.
[3] HRW: Rêkxirawa “Çavdêrîya Mafên Mirovan”.